Hikumeta Somalê daxaz ya ji netewêt yêkgirtî kire ku vekolînê di wan raportan da biket ku dibêjin pêlêt tsunamî ya sala par kerestêt jehrawî bire dev avêt Somalîya.
Wezîrê Jîngehê Mohamed Osman Maye îro çarşembî got kerestêt jehrawî yêt nêzîkî dev avên Somalîya bune û gelek kes yêt tuşî nexweşîyêt ne edetî dibin.
Bernama jîngehê ya Netewêt Yêkgirtî li heftîya borî got kerestêt navokî û nujdarî û kîmyawî yêt jihrawî li demê karesata tsunamî yêt berev dev avêt Somalîya çûne.
Netewêt Yêkgirtî dibêjit kompanîyêt byanî ku gelek jiwan Ewrupî bun dest pêkirin kerestêt jehrawî bavêjine nêzîk dev avêt Somalê li salêt 1980 yan. Û li demê ku hikumeta Somalê li sala 1991 herift, wan kompanîya dest pêkir pitir kerestêt wesa bihnêrin wan dev avan.