Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çînê daxazeka Emerîka red kir ku jê xastibû careka dî hizra xwe di biryarekêda biket ku dijî Taywanê hêzê bikar bînit - 2005-03-10


Çînê daxazeka Emerîka red kir ku jê xastibû careka dî hizra xwe di biryarekêda biket ku dijî Taywanê hêzê bikar bînit.

Çaverê tête kirin kongra gel ya nîştimanî ya çînê roja duşembî qanuna dijî cudabûnê ya kêşe li ser derbaz biket.

Ew qanun dê desturê dete Pekînê ku kiryara leşkerî bikar bînit heke Taywan bi dirustî bizavê bo ser xwebunê biket.

Roja sêşembî seraya sipî got ew pêngava Pekînê harîkarîyê naket û ji Pekînê xast hizra xwe têda biketeve.

Îro peyvdarekê wezareta derve ya Çînê got têbînîyêt Seraya Sipî ne dicihê xwedane.

Li heman dem, karbidestêt partîya serxwebun xaz ya Taywanê dibêjit li 26 î vê mehê dê xwenîşandanekê dijî qanuna Çînê ket.

XS
SM
MD
LG