Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombunên Rêberên Kurd û Şî'ên Iraqê li ser damezrandina hikumeta nuî berdewamin - 2005-03-15


Siysetvanên Kurd û yên Şî’e hêj yê bizavê diken ku li ser hikumeta nuî ya hevalbend rêk bikevin jiberî ku perlemanê welatî kombuna yêkê girêdet.

Herdû alî gereka dî ya danustandina dest pêkirin li roja dûşembî, lê negotin ka çend pêşveçon çêbuyne.

Nunerê Kurd Qubad Talabani dibêjit Kurdan divêt ku zotîna Şî’e bi hurikî behsê karnama xwe ya siyasî û ya ulî sebaret bakura Iraqê biken jiberî ku qayil bibin hevalbendîyeka rêveber dirust biken.

Ew dibêjit Kurd yê hewlê diden bo wan bihête misoger kirin hikumeteka elmanî dê hête damezrandin, û herwesa vegerandina bi sedan hizar Kurdên ku ji Kerkukê li ser demê Sedam Husênî hatibune derkirin misoger biket.

Li heman dem, leşkerê Emerîkî dibêjit merînzekê Emerîkî li roja duşembî li parêzgeha Al-Anbar li rojava Bexa hate kuştin .

XS
SM
MD
LG