Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Emerîka yê li Tirkiye dev ji kar berda. - 2005-03-18


Karbidestên Emerîkî dibêjin ku dîplomatê kevn Eric Edelman , dixwaze ku dev ji karê xwe yî li Enqere’yê di dawîya meha Hezîran’ê de berde. Dibêjin ku wî, vê îna buhurî nameyekê ji serokê Emerîka Bush’re şandîye u tê de dibêje ku armanca wî ewe ku dixwaze dev ji xizmeta derveyê welêt jî berde.

Karbidest dibêjin ku, tu têkili di navbera dev ji kar berdana wî u nexweşîyên ku di teklatîyen navbera Tirkîye u Emerîka’de di dema ku ewî li Tirkîye kar dikir derketibun re tuneye.

Birêz Edelman di Tebaxa 2003’yan de bubu balyozê Emerîka li Tirkîye, piştî ku karbidestên resmî yên Tirkîye desturê nedabun ku hêzên Emerîkî ji erdê Tirkî karibin dest bi dagirtina Îraq’ê bikin . Di demek nêz de jî Enqere’yê nerehetîya xwe yî li ser girjîya li heêmên bin destê Kurdan li bakurê Îraqê hanîbu zimên.

Berî bigihîje Enqere’yê, birêz Edelman şêwirmendê, cîgirê serokatîyê ,Cheney bu u berî wê jî balyozê Emerîka li Finland’ê buye.

XS
SM
MD
LG