Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazêt hêzêt hevpeymana li Iraqê 24 xirapkar kuştin  - 2005-03-21


Leşkerê Emerîkî dibêjit serbazêt hevpeymana li Iraqê 24 xirapkar kuştin ku hêriş kirine ser karwanekê hevalbenda li dervey Bexda.

Karbidest dibêjin 6 serbaz û 7 xirapkar li wê pêkdadanê da hatine biryndar kirin, ku li demekê direng li roja yêkşembî 30 kîlometra li bakura rojhelata Paytextî qewimî.

Û karbidest dibêjin otumbêleka bombekirî îro duşembî li navenda Samarra peqî û bi layê kêmîve 10 kes biryndar kir.

Ajansa Associated Press dibêjit kamyonek ku pirî kerestêt peqînê bû li nêzîkî nexweşxanekê hate vedîtin jiberî ku bipeqit.

Bi alîyekê dive, serbazekê Emerîkî di hêrişeka xirapkaran da li Kerkuk hate kuştin, li demê ku serbazekê dî û merînzekê Emerîkî di bizavêt asayişî da li parêzgeha Al-Anbar li rojhelata Bexda hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG