Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombek li bajêrokê mesîhîyên Libnanê peqî - 2005-03-23


Peqîna bombekê li bajêrokê mesîhîyên Libnanê 2 kes kuştin û 3 yên dî biryndar kirin. Polîs dibêjit peqîna sipêdeya îro çarşembî bazarekê bajarê Kaslîk wêran kir. 20 kîlometran li bakura Beyruta paytext herdû qurbanî hatine nas kirin, hevwelatîyên Hindustanê û Pakistanê bûn. Dû kesên Sirî Lankî û yêk Libnanîjî hatine biryndar kirin.

Heta nuha kesê berpirsyarîya xwe jiwê peqînê ranegehandîye. Ew dwem peqîne li herêma mesîhîyan dibe li demê 5 rojan da.

Libnan buye cihê bê seruberên siyasî ewey kuştina serek wezîrê berê Refîq el-Herîrî li 14 meha 2 şubatê. Gelek Libnanî Surya bi kuştina wî xetabar diken. Dîmeşq haşa diket wê dest di wê serhatîyê de hebe, belê ew serhatî bû egera dest pêkirina xwenîşandana û daxaza vekêşana hêzêt Surî ji Libnanê.

XS
SM
MD
LG