Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofi Annan dibêjit renge pêtivî bi vekolîneka berfirehtir hebit li ser kuştina Refiq el-Heriri  - 2005-03-23


Li duîv gotina Bawerpêkerê Giştî yê Netewêt Yêgirtî Kofi Annan renge pêtivî bi vekolîneka berfirehtir hebit li ser kuştina serok Wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî ku li meha borî hatibû kuştin.

Rêzdar Annan îro li Cezayirê ev têbînîye dan ku li wêrê Komkara Erebî ya 22 endam kombuneka dû rojî bi dumahî îna.

Rêzdar Herîrî li peqîna bombekê li nêzîkî naverasta Beyrutê hate kuştin. Kuştina wî bû egerê xwenîşandaneka mezin li paytextê Libnanê bo vekêşana hemî serbazêt Surya ji Libnanê.

Roja sêşembî, Serokê Surya Beshar al-Assad gote rêzdar Ennan î ku vekêşana hêzêt Surya dest pêkirye.

Li kombuna bilind ya Komkara Ereb ya 22 endam, 8 Rêbera pişikdarî nekir. Li kombunê, careka dî behsê pêşnyaza Erdê rojhelata naverast beramberî aştîyê hate kirin.

XS
SM
MD
LG