Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjit pêtivîye rêberê Korya Bakur guhê xwe bidete daxazêt jê hatîne kirin ku zir-girava Korya bê çekêt navokî bit - 2005-03-24


Karbidestêt Çînê dibêjin çi pêşveçon nehatîye kirin li danustandinêt wan yêt vê dumahîyê digel Serok Wezîrê Korya Bakûr ku Pyon Yang razî biket vegerêtev danustandinêt şeş alî li ser bernama wê ya navokî.

Lê peyvdarekê wezareta derve ya Çînê îro li Konfiranseka dengûbasan li Pekînê got, danustandinêt Serok Wezîrê Korya Bakûr Pak Pong-ju û serokê Çînê Hu Jintao di baş bun.

Rêzdar Pak roja sêşembî gehîşte Çînê û gote rêberêt Çînê heke şertumercêt wan bêne cê bi cê kirin, rêberêt welatê wî amadene danustandinêt 6 alî dest pêken.

Roja çarşembî serok Hu gote Serok Wezîrê Korya bakûr danustandin baştirîn rêke ku kêşeya bernama navokî ya bi aştî çareser biket.

Serok Bush roja çarşembî li Tiksas got pêtivîye rêberê Korya Bakur Kim Jong-il guhê xwe bidete daxazêt jê hatîne kirin ku zir girava Korya bê çekêt navokî bit.

XS
SM
MD
LG