Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welîd Cunbulat dibêjit wî liber nîne ku nuha bizavê biket bo bêçek kirina komela milîtanêt Hizbulah - 2005-03-28


Rêberê serekî yê rikebera li Libnanê Welîd Cunbulat dibêjit wî liber nîne ku nuha bizavê biket bo bêçek kirina komela milîtanêt Hizbulah.

Rêzdar Cunbulat rêberê diruzêt Libnanêye dibêjit tivya Hizbulah çekêt xwe hebin heta ku Israel ji devera rezêt Şî'yan tête vekêşan.

Emerîka Hizbulah bi rêxistîyeka tîrorîst dizanit û dibêjit tivya çekêt xwe danêt.

Roja yêkşembî, rêberê diruza digel rêberê Hizbulah Hesen Nesrelah kombû. Rêzdar Cunbulat hêzêt parastina Libnanê ku Surya piştevanîyê lê diket xetabar kirin ku bizavê diken tenahîya welatî têk biden bi jimareka hêrişêt bomba.

Mezintirîn peqandina vê dumahîyê roja şembî bû ku li rendekeka mesîhîyan li Beyrutê peqî û şeş kes biryndar bibun.

XS
SM
MD
LG