Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran li Iraqê îro dû hêrişêt xukujî bi otombêlê kirin - 2005-03-31


Karbidestêt Iraqê dibêjin xirapkaran îro dû hêrişêt xukuj bi otombêlê kirin û bi kêmîve 10 kes kuştin û pitir ji 20 kesêt dî biryndar kirin.

Karbidest dibêjin dû serbazêt Iraqî û 39 medenî li bajarê Kerkuk hatine kuştin demê hêrişkarî otumbêla xwe ya bombekirî nêzîkî bingehê xwekujî xwe peqandî.

Li hêrşeka dî ya xwekujî bikêmîve 5 kes hatîne kuştin demê hêrişkarekê otumbêla xwe ya bombe kirî nêzîkî desteyeka nuberdarêt Emerîkî û Iraqê li bajarê Samera peqandî.

Bi alîyekê dîve, roja çarşembî serbazekê Emerîkî li Bexda hate kuştin demê çekdara teqe li çend serbaza kirî ku di nubedarîyê da bun paşê ew çekdaran di nav xelkê da berzebun.

Li heman dem, telefizyona el-jezîre ya ereb çend wêne belav kirin ku dibêjit wêneyêt 3 rojnamevanêt Romanî û kesekê dî bûn ku hatîne revandin. Wezareta Derve ya Emerîka dibêjit roja duşembî Emerîkîyek ligel wan Romanîyan hatibune revandin.

Lê hêşta dyar nîne ka heke rehînêt ne nas ku li telefizyona el-jezîre hatîye nîşa dan her heman Emerîkîyêt berze bin.

XS
SM
MD
LG