Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û pêkdadan li roja sêşembî li bajarê Bane li Kurdistana Iranê navbera xwenîşanderan û hêzêt leşkerê Iranê qewimîbû.  - 2005-03-31


Piştî ku şeva 26 li ser 27 î vê mehê li nêzîkî gundekê ser bi bajarê Bane li Kurdistana Iranê dû hawlatîyên Kurd ji alîyê hêzêt leşkerê Iranîve hatîne kuştin, roja sêşembî xelkê Bane bi mebesta derbirîna nerazî bunê beramberî wê ruîdanê rê pîvanek encam dan.

Derbarê wê ruîdanê, çend jêderên ragehandina Herêma Kurdistanê dane xuyakirin ku hêzêt Iranê berhengarî wê xelkê bûn yêt ku pişikdarîya wê rêpîvanê kirîn û navbera herdû alîyan bû şer û pêkdadan û bi egera wê rewşê dû bingehên polîsên Bane hatine girtin û têkdan.

( Peyamhinêrê pişka Kurdî ya Dengê Emerîka Letîf Nêrwey li ser vê ruîdanê raportek amade kirye. heke te bivêt guh bideye wê raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.)

XS
SM
MD
LG