Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran li Iraqê rêveberê polîsan li bajêrokekê nêzîkî Bexda kuşt - 2005-04-01


Karbidestêt Iraqî dibêjin çekdaran rêveberê polîsan li bajêrokekê bakura rojhelata Bexda kuştin.

Polîs dibêjit Kolonêl Hatem Rashid Mohammad li roja heynî hate kuştin ligel harîkarekê xwe di buseyekê da li Balad Ruz ku 50 kîlometra li bakura rojhelata paytextî dûre.

Xirapkar bi berdewamî hêrişa dikene ser polîs û serbazên Iraqî ku roleka mezin hene bo tena kirina welatî li van mehêt borî.

Bi alîyekê dîve, şahid dibêjin li bajêrokê Samara yêk ji minaretên dyokî ku minareka Iraqê ya gelek giringe li wê pêkdadanê zyan gehîştê.

Şahidan xirapkar bi wê kiryarê tawanbar kirin.

Li roja pênçşembî, Harîkarê Cêgirê Wezîrê Berevanîyê bo karubarêt girtîyan Matthew Waxman got hêzêt Emerîkî li Iraqê harîkarekê bilind yê rêveberê tîrorîst Musab al-Zerqawî hate girtin.

XS
SM
MD
LG