Li Iraqê xirapkaran hêrişên xwe dijî karbidestên hikumetê û hêzêt parastinê zêde kirine îro sê şembî û bi kêmî 5 kes kuştine yan revandine.
Karbidestên Iraqî kuştina efserekê polîsan li Besre, karbidestekê xwecihî li Hile, û melayekê Sunî li Bexda ragehand.
Her li vî demî malperekê enternêtê yê komeleka Islamî vîdyoyek belav kir têda serê serbazekî Iraqê dibirin. Û li rojava Bexda jeneralê leşkerê Iraqî Jelal Muhemed Salih kefte ber boseyekê û hat revandin.
Û her li Bexda peqîna bombeka ser rêkê serbazekê Emeîkî kuşt û 4 yên dî biryndar kirin.
Û li herêma Diyala li rojhelat di şerekê da derengîya duhî dûşembî dû serbazên Emerîkî û yêkê Iraqî hatin kuştin.
Li bere subehî çarşembî Komela Nîştimanî ya Iraqê kom bibe bo helbijartina serokekê nuî û dû cêgiran û serok wezîrê nuî.