Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hinartîyê Netewên Yêkgirtî li Libnanê yêkem vekolîna xwe kir li cihên serbazên Surî vala kirîn - 2005-04-05


Hinartîyê Netewên Yêkgirtî li Libnanê yêkem vekolîna xwe kir li cihên serbazên Surî vala kirîn li Libnanê û herwesa cihê dezgeheka zanyarîyan bo pişt rast kirina cê bi cê kirina biryara 1559 ya Netewên Yêkgirtî.

Terje Roed-Larsen îro sêşembî seredana avahîyekê kir li rojava Beyrutê ku ajansên dezgehên zanyarîyên Surî joxwe kirbû bingeh û berî çend heftîyan vekêşan.

Roed-Larsen piştevanîya xwe jibo daxwazên rikaberîya Libnanê dyar kir ku daxwaza helbijartinên perlemanî dikin li 31 meha 5 gulanê.

Li roja yêkşembî Surya soza vekêşana tevaya serbaz û karmendên agehîyên xwe da ji Libnanê heta 30 meha 4 nîsanê.

Îro şahidan got pêtir serbazên Surî bingehên xwe xirap diken û bi kêmî wan 20 otobos û kamyon dîtine serbaz û dezgeha berev Surye vedguhêzit.

XS
SM
MD
LG