Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekgirtî, belgeyan da Dadgeha li Hauge’ê ku di derheqê sucên Darfurê yên di Cengê de bun. - 2005-04-05


Neteweyên Yekgirtî, belgeyên di derheqê çewisandina ku li Darfura rojavayê Sudan’ê de çêbubun daye dadpirsên Dadgeha Navnetewî ya Cezayê li Hauge’ê.

Ev belgê wê bêne lêkolîn kirin, ka ku ev buyerên tawanên cengê di warê hukum kirina dadgehê de ye an na. Dadpirsekî dadgehê (Serge Brammertz) dibêje ku hêj zu ye ku ew bêjin ka ewê lêkolîna resmî dest pê bike an na, an jî kîngê ewê destpêbike?

Îro di demekê de çaverê tê kirin ku Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan, lîsteke mor kirî bide dadgehê ku tê de navên 51 kesên ku bi şik a têklatîya wan î bi van tawanên cengê li Darfurê hene .

Tê gotin ku di vê lîstê de navên serkêşekî u Sudanî’yekî salve çuyî, karbidestekî leşkerî u milîsekî Ereb henin.

Heftîya buhurî, Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî biryar da ku ew navên bi şika ku ew tevli van tawanên cengî bune bişîne dadgehê.

Hukmeta Sudanî vê helwestê qebul nakin u dîyar kirin ku ewê tu Sudanî yan nedin tu kesî ku li derveyê Sudan bêne dad kirin.

XS
SM
MD
LG