Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest û kesayetîyêt byanî berdewam yê digehine Roma da bo cara dumahîyê xatra xwe ji Papa John Paul bixazin - 2005-04-07


Karbidest û kesayetîyêt byanî berdewam yê digehine Roma da bo cara dumahîyê xatra xwe ji Papa John Paul bixazin û rêzê lê bigirin û roja heynî, sube, li behya wî amade bin. Destu darê parastinê bo behya Papay gelek hatîye tund kirin.

Hatin û çona firokên hindav cihê behîyê hatîye ragirtin û muşekêt dijî firokan hatine danan.

Serok Bush digel nêzîkî 200 rêberêt dî yêt cîhanê li behîyê dê amadebin. Ew rêberîya şandeyeka Emerîkî diket ku ji kabanîya wî û serokêt berê Bill Clinton û George H.W. Bush û wezîra derve Condoleezza Rice pêk têt.

Şandeya Emerîkî roja çarşembî bi şev gehîştine Vatîkan û yêkser çone St. Peters Basilica ku termê Papay li wêrê hatîye danan. Herwesa gelek behîdar jî gehîştine Roma.

Polîsêt Italya Şivêdî rêka liber St. Peters Basilica da êxist. Kardînalêt kasolîkêt Romanî ragehand ku 18 î vê mehê dê kombunêt xwe yêt daêxistin dest pêken da papayekê nuî helbijêrin. Ew li hîvîne îro wesîyeta John Paul bixwînit.

XS
SM
MD
LG