Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korya Başûr li hîvîye hejmara hêzêt xwe li Iraqê kêm biket - 2005-04-07


Wezareta berevanîyê dibêjit heta heyva 8 tebaxê dê 270 serbaza vekêşit, û bi vê awayê dê 3270 serbazêt Korya Başûr li Iraqê mînin.

Li heyva yêk kanuna dûwê, perlemanê Korya başûr bi pêşnyazeka hikumetê qayil bû ku hêzêt wî welatî li Iraqê saleka dî heta heyva 12 ya sala 2005 bimînin. Nêzîkî 3600 serbazêt Kurya başûr li bajarê Hevlêrê û li dewrû piştêt bajêrî li bakura Iraqêne.

Herçende hejmara hêzêt Korya başûr hatine kêm kirin lê peyvdarekê wezareta berevanîyê dibêjit hêşta Korya başûr hêza 3 ye li Iraqê piştî Ejmerîka û Birytanya.

XS
SM
MD
LG