Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Tîbetî li Hidistanê,sond xwarine ku ewê guh nedine bend kirina xwe nîşandana  di dema seredana serokwezîrê Çîn’ê de. - 2005-04-08


Çalakvanên Tîbetî yên li Hidistanê dibêjin, ewê guh nedin bend kirina polîsan danay ser xwenîşandan u nerazîbuna li dijî desthilatdarîya Çînê li ser welatê wan, di dema Serokwezîrê Çînê Wen Jiabao seredana Hindistanê bike.

Sekreterê giştî yê koma ‘Hevalên Tîbetê’ (Tenzin Tsundue) dibêje ku ewê xwepêşendan çêbikin li navenda teknolojîya başurê Bangalore u New Delhî’yê, yên ku ewê birêz Wen, seredana wan bike.

Hidistanê, piştî serhildana têk çuyî ya li sala 1959’an, li dijî desthilatdarîya Çîn’ê li ser Tîbetê, mafê penaberîyê daye bi hezaran Tîbetîyan u rêberê wan î olî Dalaî Lama. Dalaî Lama, peyra, li bajêrê Dharamsala ya li bakurê Hindistanê, hukumeta li derveyî welat ava kiribu.

Pekîn’ê, ji reva wî u virda, herçiqasî ewî gelek caran li xwe girtibe jî ku ew naxwaze Tîbeteke serbixwe ava bibe , destur nedaye Dalaî Lama ku dagere Tîbet’ê

XS
SM
MD
LG