Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îsraîl’ê û serokê Surî destên hevudu girtin li şîna Papa John Paul. - 2005-04-08


Di şîna Papa John Paul’î li Roma’yê, serokê Îsraîl’ê Moshe Katsav, destên rêberên Surî u Îranê girt u bi wan re sihbetê kir. Ew herdu welat dijminayhîya kevn bi welatê wî re dikirin.

Birêz Katsav, li ba serokê Surî Beşer Esad’yê ku welatê wî resmen bi Îsraîl’re di nav şerde ye, runiştibu. Birêz Katsav ji rojnameyeke Îsraîlî’re daxuyand ku wî u serokê Surî destên hevudu girtine u jihevre kenîyane.

Serok Katsav’ê ku li Îran’ê ji dayîk buye gotîye ku ewî bi Serokê Îranê Muhemmed Xatemî’re bi farisî di derheqê bajarê ku ew herdu lê çêbune axivîne. Îran dewleta Juhu’yan nas nake.

XS
SM
MD
LG