Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû serbazên Emerîkî li Bexda biryndar bun.  - 2005-04-11


Bi alîyê kêmîve dû otumbêl ku dû hêrişvanên xwekuj dihajotin li derê kempeka leşkerê Emerîkî li rojava Iraqê peqîn.

Raportên dest pêkê sebaret kempa nêzîkî Qaim dibêjin bi layê kêmîve dû karmendên Emerîkî li wê hêrişê hatine biryndar kirin. Peyvdarekê leşkerî li Bexda got karbidest hêşta li ser bidestve înana zanyarîyan kar dikirin.

Li heman dem, hêzêt tenahîya bi piştevanîya hêzêt Emerîkî hindek gumanbar desteser kir li demê ku bi serdagirtina navenda Bexda.

Belavokeka leşkerê Emerîkî dibêjit pitir ji 500 serbaz û polîsên Iraqî pişikdarî di wê kiryarê da kirin.

Bi alîyekê dîve, Pakistan dibêjit revînkar yê daxazê fidîyê diken bo berdana karmendekê balwêzxana Pakistanê ku li roja şembî li Bexda hatibû revandin.

Peyvdarekê wezareta derve ya Pakistanê, ku nexast bi hurikî li ser baxivit, got Malik Mohammed Javed çi zyan negehîştîyê û peywendîyê ligel karmendêt balwêzxanê diket.

XS
SM
MD
LG