Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîsta hevalbendî ya Iraqê û lîsta hevalbendî ya Kurdistanê li ser hindek postên kabîneya hikumeta nuî ya Iraqê dirêkeftîne.  - 2005-04-12


Berêz Celal Talebanî Serok Komarî Iraqê dibêjit "çinku li wextê xwe min imza kirye ku hukmê i'damê bo çi kesekê imza nekem, lewra ez nikarim hukmê i'dam kirina Sedam Husên imza bikem."

Di çarçovê wan kombun û civînên navbera lîsta hevalbendîya Iraqî û lîsta hevpeymanîya Kurdistanê li Bexda têne kirin bo pêk anîna hikumeta nuî ya Iraqî, dezgeha navendîya Yêketî ya Nîştimanî ya Kurdistanê belav kir ku duhî herdû la li ser hindek postan di rêkeftîne û li duîv vê rêkeftin-namê biryare kabîna hikumeta nuî ya Iraqê ji 31 wezaretan pêk bêt û cêgirekê serok wezîran û neh wezîr bo lîsta hevpeymanîya Kurdistanê bêne dest nîşan kirin.

(Ev raporte ji alîyê peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Emerîka Letîf Nêrwey hatîye amade kirin. Heke te bivêt guh bideye wê raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.)

XS
SM
MD
LG