Hejmareka peqîna îro çarşembî paytextê Iraqê hejand li demê ku karbidestekê bilindê Emerîkî seredana wî welatî kir.
Cêgirê wezîra derva ya Emerîka Robert Zoellick seredana bajarê Feluce kir ku asêgeha xirapkaran bû da binêrite bizavêt avadan kirineva wî bajarî. Piştî hingî dê ligel Serok Wezîrê Iraqê Ibrahim al-Jaafari û Serokê Iraqê Celal Talebanî kom bît.
Li heman dem, li nêzîkî Kerkuk, 9 polîs hatine kuştin li demê ku bizav dikirin bombeka çandî ji kar bêxin. Li Bexda, bi layê kêmîve, 4 kes hatine biryndar kirin di sê peqînên jêk cuda. Peyvdareka leşkerê Emerîkî got peqîna çare bi karwankê wezareta berevanîya Emerîkî keft ku bû egera kuştina çar Iraqîyan û biryndar bûna 5 kontratçîyên Emerîkî.
Telefzyona al-cezîre kasêteka vydyo belav kir ku kontratçîyekê Emerîkî nîşa dida ku li roja duşembî li Bexda hate revandin. Wê kasêtê ew kontratçî nîşa dida ku daxaz ji Emerîkîyan dikir danustandinê ligel xirapkaran biken da jyana wî bihête parastin.