Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dê li meha bêt seredana Tbilisi ket - 2005-04-14


Rêveberê herêma Abkhazia ya cudabuy ji Gurcistanê ligel serok Bush kom nabît li demê ku rêberê Emerîkî seredana Tbilisi li meha bêt diket.

Daxuyanîya serokê Abkhazia Sergei Bagapash îro pênçşembî li piştî têbînîyên qanundanerê Gurcistanê li demekê zuîtir tên li destpêka vê heftîyê ku pêşnyaz dikir kombuneka wesa ihtimale çêbit.

Wî qanundanerî herwesa got Serok Bush ihtîmale ligel serokê herêma dî ya cudabuy ya Gurcistanê, Bakura Ossetia, kom bît.

Rêzdar Bagapsh ku ligel şandeya Emerîkî li Sukhumi li roja dûşembî kombu got ew ligel hikumeta Gurcistanê li ser rewşa siyasî ya Abkhumi na axivin.

Abxazia ewey sala 1993 karubarên xwe birêve dibet piştî ku hêzên Gurcistanê ji deverê hatine derxistin, lê Gurcistanê soz daye wê herêmê biketeve jêr kontrola xweda.

XS
SM
MD
LG