Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israelê daxaza berêkanîya kardaran kir bo avakirina 50 xanîyên nuî li akincîgeheka Kenarê Rojava - 2005-04-18


Israelê daxaza berêkanîya kardaran kir bo avakirina 50 xanîyên nuî li akincîgeheka Kenarê Rojava tevî daxazîyên Emerîka bo ragirtina wan rengê avahîyan.

Li heftîya borî serok Bush got berfireh kirina akincîgehan li Kenarê Rojava zêdegavîye li ser nexşeya cîhanî bo aştîyê bi navê Nexşeya Rêkê.

Her îro duşembî serok wezîrê Israelê Areil Sharon got renge ew vekêşana Israelê ji kertî Xezze û 4 akincîgehên biçuk li Kenarê Rojava ragire çinku hev deme digel bîrhatina behîya salaneya cuhîyane.

Wî got subehî sêşembî wezîrên hikumetê dê rojekê dyar bikin li nîva meha 8 bo vekêşana akincîgehan.

Her li vî demî û li başûra Xezze îro dûşembî hêzên parastina Israelê got sîrevanekê Felestînî teqe li dû Israelîyan kir û biryndar kirin.

XS
SM
MD
LG