Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rîce u Putîn li Moskow’ê civîyan - 2005-04-20


Wezîra derve ya Welatên Yekgirtî yên Emerîka Condoleezza Rice îro( roja Çarşemê ) li Moskow’ê bi serokê Rusya’yê Vladîmîr Putîn’re civîya u berî vê civînê gote ku Rusya, ji bo demokrasîya xwe bi pêşbixe dikare karekî zêdetir bike.

Xanim Rîce u birêz Putîn berî ku herin civîna li Kremlîn’ê, di gel hev de sihbetek bi kêf kirin.

Berî civînê bi çend seetan, xanim Rîce, bi hişyarî u bi hezir rexne li pêşketinên demokratîk li Rusya’yê girt u got; hêz di bin destê serokatîyê de bi zêdeyî kom buye.

Ewê ji Radyo ya Ekho Moskvy’re gote ku Rusya ji bo parastina medyayêk ango çapemenîyeke serbixwe lazime hin tiştên din jî bike.

Belê xanim Rîce got ku Washîngton, Moskow’ê, li ser babetên navnetewî wek şrîkekî stratejîk dibîne, nexasim ji alî şerrê dijî terorîzmê ve.

Ev seredana wezîr Rîce a Moskow’ê, ji bo rêxweşkirina ji serok Bush re ye, ji bo ku meha bê, ewê ji bo bîranîna şêst salîya bi ser xelaseka Şerrê Duem a Cîhanî li Ewrupa’yê ve, biçe Moskow’ê.

Dîplomata Emerîkî, piştî vê, diçe Lîtwanya’yê, ji bo kom buna digel wezîrên derve yên hevalbendîya NATO’yê de .

XS
SM
MD
LG