Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li encama hêrişên xwekujî li Iraqê 22 kes hatine kuştin - 2005-04-24


Din nav 24 seetî de bi teqîna çend bimbeyan, li Îraq'ê, bi kêmî 22 kes hatine kuştin.

Du teqînên li nêzî mizgefteke mislimanên Şîa, bun sebebê kuştina 15 kesan u birîndar kirina 60 kesên din. Ev mirin u birîndarbun bi gişkî ji ber ku merivekî xwekuj, otomobîleke bi barê bimbeyan ajot ser kesên ku alîkarîya birîndarên bimbeya yekemîn dikirin u otomobîla xwe bi ser wan de teqand. Bimbeyeke din jî, roja yekşemê li rojhilata Bexda'yê li kêleka rê teqîya u leşkerekî Emerîkî kuşt.

Polîsê Iraqî ragehand ku hêrişberekî xwekuj otombîla xwe li dervayê Ekadîmya Polîsan li bajêrê Tikrît peqand û bi kêmî 6 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bun. Karbidest dibêjin ku 4 polîs jî di nêvbera qurbanîyadene. Piştî wan peqîna berbendkirna hatin û çunê li wî bajêrî hate ragehandin.

XS
SM
MD
LG