Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha bilind ya Emerîka razî nebu bi daxwaza girtîyên Emerîkî  - 2005-04-25


Dadgeheke bilind ya Emerîkî razî nebu li ser daxwazeke girtîyên şerrî yên Emerîkî li demê Şerrê Kendavê di sala 1991’ê,ku 959 mîlyon dolaran weke toleya zîyanê ji Îraqê wergirin.

Bilindtirîn dadgeha Emerîkî îro roja Duşemê, rê da dadgeheke nizimtir ya Emerîkî , ku berê xwe bide 17 Emerîkî’yên xizmet kirî ku dibêjin ew ketibun ber îşkencedanê ji alî karbidestên rejima ladaya Seddam Huseyîn va.

Wan Emerîkîyan gilî li Îraq’ê kiribun di sala 2002’î de ku dibêjin, ew hatibune qutan u ketibune ber lêdana karabayê u sotin dema ew di zîndanên Îraqê’de bun.

Di sala 2003, dadgehekê 959 milyon dolar ji wan re vebirîn weke toleya zîyanê. Belê nunerên hukumeta Îraq’ê yên berê qet li dadgehê amade nebun.

Heke bixwazî li vê nuçeyê guhdarî bikî li jorê pê li nivîsa rengê şîn (ku dibê NuceStreamRealAudio) bike.

XS
SM
MD
LG