Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên cînarên Îraq’ê, kom bun ji bo piştevanîyê ji hukumeta nu ya Îraq'ê re  - 2005-04-29


Welatên Cînarên Îraq’ê, li Tirkîye kom bun ji bo piştevanîyê ji hukumeta nu ya Bexda’yê re.

Dîplomatên ji Îran, Urdin, Kuweyt, Surî, Erebîstana Suudî u ji Tirkîye îro(roja Înê ) li Stenbol’ê kom bun ku bernameyekê ji bo axaftinên wezîrên derve yên ji her welatan li dar bixin ji bo roja Şemî’yê. Çend nunerên din jî ji herêmê u herwisa Misr jî beşdarî kom bunê bun.

Karbidest dibêjin ku diplomat dê li ser babêtên nu yên di nav sîyaseta Îraq’de u pêşketinên nu yên di polîtîkaya vî welatî de bi axivin wek çêkirina Destur’a netewî ji alî hukumeta nu ya serokwezîr Îbrahîm El Caferî ve.

Herwisa, ji beşdaran, hêvîya amade kirina axaftinekê tê kirin li ser piştevanîya hukumeta nu . Hin çavkanî dibêjin ku ew dê ev belge bi tundî li ser yekîtî u serdestîya sîyasî ya vî welatê ku bi şerr ji hev ketîye biseknin u daxwaza alîkarîya navnetewî ji bo Bexda’yê bikin.

XS
SM
MD
LG