Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi otomobîlên bimbebarkirî şeş Îraqî hatin kuştin - 2005-05-02


Polîsê Îraqê dibêjin ku xirabkaran bi kêmî sê heb otomobîlên din yên bimbebarkirî teqandine u pê heyşt kes kuştine u 12 kes jî birîndar kirine.

Piştî heftîyek bi saz bûna hukumeta nû ya Bexda’yê ev bimbekirin wek perçeyek ji zêdebûna êrîşan derketin holê. Ji În’a buhurî heta îro ev bûn 100 kes ku hatine kuştin û bi zêdeyî jî kesên hatine kuştin sîvîl bûn.

Îro roja Duşemê li başûrê Bexda’yê êrîşa herî dijwar pêk hat, ku otomobîleke bimbebarkirî li kêleka dikkanên di rêzekê de bûn hate teqandin u di encamê de bi kêmî 6 kesên li ser wê rîyê dimeşîyan hatin kuştin. Dîsa bi êrîşeke din li paytextê bi kêmî du kesên din hatin kuştin.

Ji alî din ve li Bexda’yê, polîs dibêjin hema nema bû ku polîsekî herî bilind ji Wezareta Hundurîn bi êrîşeke bimbeyê bi hata kuştin, ku pê sê nobetdarên wî hatibun birîndar kirin.

Roja Yekşemê, bi bimbeyekê, zêdeyî 30 kes hatin kuştin ku di nav wan de 25 Kurdên ku di şîna karbidestekî Kurd’de li Tell Efar bûn jî hebun.

XS
SM
MD
LG