Kiryarekê berfirehê leşkerê Emîrîkî li biyabanê rojava Îraqê bo roja sîyê her berdewame li demê marîn û serbazên Emîrîkî hêrîşa piyade û esmanî dikin ser xirapkaran.
Karbidest dibêjin ew kiryar giring bûn bo veder kirina tîroristan û şervanên biyanî , kû wê herêmê weka hewangeh bi kar tînin.
Bi alîyekê dî ve, kes û karên fermandarê Al Anbar dibêjin ew ji alîyê çekdaran ve hatîye revandin, awên daxwaza ragirtina sera di kin.
Her li vî demî û li Baxda karbidest dibêjin xirabkaran dû otombêlên bûmb kirî peqandine îro Sêşem û bi kêmî 7 kes kûştine û 19 yên dî birîndar kirine.