Xirabkar îro, roja Pêncşemê dîsa li sukeke Bexdayê otomobîleke bimbebarkirî teqandin, ku bi vê teqînê bi kêmî 15 kes hatin kuştin.
Bi dehan kes jî birîndar bun u gelê li herêma teqandinê bun bi avêtina keviran kela xwe di sere polis u leşkeran de derxistin.
Ji dîyar kirina kabîneya Îraqê ya nu u virda, di nav du heftîyande zêdeyî 300 kes hatine kuştin.
Îro ji wezaretên berevanî u hundurîn, du karbidestên bilind, her yek li alîyekî Bexdayê, hatine kuştin.
Di nav vê demê de marînên Emerîkî berdewama hêrîşên xweyî li ber tuxubê Surî dikin u îro roja pêncemîne ku ev hêrîş tên kirin. Leşkerên Emerîkî dibêjin ku roja Çarşemê dema otomobîla wan li bimbeyeke li kêleka rê qelibîye, bi teqînê, du marîn hatine kuştin u 14 jî birîndar bune.