Kovara Newsweekê, lêbuhurînê xwest ji ber çewtîyên di raporta wan de, ya ku têde dibêjin şikra dadpirsekî Emerîkî li Guantanamoyê bêrêzîyê li dijî Quranê kirîye. Belê kovarê nuçeya xwe paşve nekişand.
Hukumeta Bush îro(Duşemê)got, gelek encamên grîng yên vê nuçê çêbune u ev raport buye sebebê xerakirina îmaja Emerîka li derve. Berdevkê Sera Sipî (Scott McClellan) dibêje ew şaş maye ka çima Newsweekê hêj nuçeya xwe bi paşve ne kişandîye.
Di 9ê vê meha Gulanê de raporta Newsweekê dibêje ku nobetdarekî Emerîkî li Guantanamo Quranê avêtîye nav destavê jibo torre kirina girtîyên Misilman ku pirs ji wan di hatin kirin. Ev raport bu sebebê xwenîşandanên li gelek welatan wek Pakistan, Hindistan u Efganistanê u heta niha 17 kes hatine kuştin di van xwenîşandanan de.
Di lêbuhurîna xwe de Newsweek dibêje ku wan ev buyer ji qewlî wan ve ji çavkanîyeke zana ya hukumeta Emerîka bihîstine. Dibêje şikra vê çavkanîyê ev buyera bêrêzkirina li ber Quranê di raporteke Leşkerî ya Emerîka ya di derheqê îşkencekirina girtîyên li bingehê de xwendîye.
Newsweek dibêje ku çavkanî vêga dibêje ew ne bawere ku ka ev buyer ji wê raportê xwendîye an di cîhekî din de.
Leşkerî ya Emerîkî dibêje tu belgename tunenin di derheqê bêrêzî ya li dijî Quranê li bingeha Guantanamo.