Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavê dijî terorîsta li Ewrupa - 2005-05-18


Karbidestên Îtalî dest bi bizavekê dijî tîroristan li seranserî bakûra welatî bo dest biserda girtina dû şaneyên Îslamî yên bergûman.

Îro Çarşem polîsan li bajarê Turîn got; wan şaneyaka peywendîdar di gel rêkxistîya milîtanên bingeh li Maxrîb ê têkda. Wan got niyaza wî girûpî rûxandina hûkmeta Maxribê ye û danana hûkmeteka îslamî ye.

Dezgehên ragihehandina Îtalî raport dikin; polîsan şaneka dî li bajarê Mîlan kire armanc.

Her li vî demî karbidestan li Espanîya sêzdeh tûnd rêyên Îslamî xetabarkirine bi endametîya rêkxistîya Al-Qaîda. Ew hatin girtin bi gûmana nexşeyan bo teqandina dadgeha niştimanî.

XS
SM
MD
LG