Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekî bilind yê Îraqê: Di çend êrîşan de polîs hatine kuştin - 2005-05-19


Karbidestên Îraqî dibêjin îro roja Pêncşemê, xirabkar karmendekî bilind yê hukumetê, sê polîs u medenîyekî kuştin

Polîs dibêje karbidestekî payeberztir yê wezareta niftê Alî Hamed, li Bexdayê li ber mala wî hatîye kuştin.

Li Baquba ber bi bakur ve du polis bi bimbeyeke li kêleka rê hatine kuştin.

Li Semarra polîsek u bavê wî dema di bajêr de derbas dibun bi gulleyan hatine kuştin.

Karbidestekî leşkerî yê Emerîka li Îraqê dibêje ev zêdebunê tundîtîyan piştî civîna sedvanên Ebu Musab El Zerqawî destpêkirine.

General John Abizaid, serokê Komandanîya Navendî ya Welatên Yekgirtî yên Emerîka dibêje ku ew nikare agahîya derheqê vê civîna ku li Surî çêbuye pişterast bike. Lê belê General Abizaid dibêje Surî jibo ku terrorist nikaribin erdê wan bi kar bînin têr kar nake.

XS
SM
MD
LG