Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî sê teqînan, New Delhî li jêr huşdarîyekê ye  - 2005-05-23


Paytexta Hindistanê, New Delhî li jêr huşdarîyê ye, piştî teqîna bimbeyan li du avahîyên sînema, li roja Yekşemê, ku yek kes hatiye kuştin û nêzîkî 50 kes jî birîndar bune.

Dema polîs li du kesên berpirsyar beramberê wan bimbeyan digerîyan, Îro, roja Duşemê, bimbeyek din li ser rîya trênê li New Delhîyê teqîya u yek kes birîndar bu.

Karbidest dibêjin hêj dîyar nebuye ka teqîna îro çi têkilî bi herdu teqînên du sînemayen ve hebuye an na, ku filîmekî Hindîziman nîşandida u hinek Sîxa nerazîbuna xwe li ser nav u nîşanên flîmî dîyar kiribun u dibêjin bêrêzkirine bo gotinekê ku li peristgehên wan de tê gotin anjî li meydana şerrî de.

Kes xweyî li van teqînan derneket û polis jî naxwaze bêje ku ew şika ji Sîxa dikin. Komên Sîxa van teqînan şermezar kirin.

XS
SM
MD
LG