Karbidestêt Efganî dibêjin li hêrişeka xwekujî bu ser mizgeftekê li bajêrê Qendeharê bi kêmî 20 kes hatine kuştin û pitir ji 30 kes birîndar bûn. Karbidest dibêjin rêveberê polîsêt Kabulê di wê hêrişêda hatîye kuştin. Ew hêriş hate kirn li demê tazîya melayekê bi navûdeng, ku piştevanîya hikometê dikir, ji layê çekdarêt guman lêkirîyêt Talîbanê.