Li dû agahiya ku ji Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê hat wergirtin, serê sibê saet 06:45 an de, mezinahiya wê 4.6 e, erdehejek pêk hat ku, navenda wê “Kirgeçit “bû li rojavaya bakurê Colemêrgê ye. Hat ragihandin ku li bajêr wendahiya can û mal nîn e lê, gel serê sibê bi hejînê bi xwe hesiyane û derketine kuçeyan.
Alîkarê Waliyê Colemêrgê Sezgîn Üçüncü diyar kir ku piþtî erdheja ku serê sibê li Hekariyê pêk hatiye, wan xwe gihandine qeymakamên hemû navçeyan û keyayên gundan. Üçüncü weha dom kir: Li dû vedîtinên me yên ewil tu wendahiya can û mal nîn e. Lê wek tedbîr me ekîbên xwe þandine navçe û gundan. Li dû encama xebata wan emê agahiyên misoger bi dest xin.”
Ji bajêr tê ragihandin ku, piştî erdheja sêyemîn hin welatî vegeriyane malên xwe lê hin ji wan di nav tirs û fikaran de ne lewma naçin malên xwe.