Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 37 kes li Tirkîye jiber erdhejê birîndar bûne - 2005-06-06


Erdhejeke xurt îro roja Duşemê li başura rojhilata Tirkîye bu egera birîndarbûna 37 kesan û zîyaneke kêm daye avahîyan.

Navenda zêrevanîya Kandîllî li Stenbolê dibêje ku mezinahîya vê erdhejê bi pîvana rixterê 5.7 buye û navenda wê li Karliova ya parezgeha Bîngolê buye.

Karbidestên Tirk desteyên hewarçunê, bettanî û kon şandine herêma erdhejê.

Bîbelerz li Tirkîye gelek caran çêdibin jiber ku ev welat li ser derza tektonîk ya erdhejê ye. Erdhejeke gelek dijwar ku di sala 1999 an de çêbûbû li bakura rojavaya Tirkîye, bûbû egera mirina 17 hezar kesan.

XS
SM
MD
LG