Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka hesabên kompanîyeke Surî radiwestîne ku piştevanî ji Îraqê dikir - 2005-06-10


Karbidestên Amerîkî destur dane banqa da ku hemî hesabên kompanyaka bingeh li Surîyê rawestînin ku tête xetabarkirin bi dabîn kirina keresteyên leşkerî bo serokê berê Îraqê Seddam Huseyn.

Wezareta Darayî ya Amerîka kompanya SES ya harîkarîya navnetewî xetabar dike ku belgeyên sexte hinartine da bêjin ew kereste bo Surîye yê hinartibûn da bi kar bên. Ew dibêjin ev kereste bo Îraqê hatine ûşandin ku ev destdirêjî ye bi ser toleyên aborî yên Neteweyên Yekgirtî.

Herwisa wezareta darayî yê toleyên aborî deynane ser karbidestên herdu kompanîyan ku ew karbidest gunehbar dikirin harîkarî didane kurê Seddam Huseynî Udeyh û sekreterê serokatîya Îraqê da ku dema Amerîka Îraq dagirt ji wî welatî derkevin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin vê Kompanyayê pêşnîyaza karan daye karbidestên berê yên Îraqê herwisa piştevanîya wan kirîye piştî herraftina rejîma Seddam Huseyn li sala 2003.

XS
SM
MD
LG