Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehê Biryara Azadkirina Rojnamevanê Kurd Abdurrhaman Gok Da


Doza rojnamevanê Kurd Abdurrahman Gok, roja Sêşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya 5’an ya Amedê hate dîtin.

Rojnamevanê Kurd, di rûniştina duyê ya doza ku ji endamtîya rêxistina terorê tê darizandin, hate berdan.

Dadgehê di heman demê de biryara qedexa derketina derveyê welêt jibo Gok da.

Edîtorê û wênegirê Ajansa Mezopotamayê (MEHA) Abdurrahman Gok, di 25’ê Nîsanê de di operasyoneke berfireh de bi 193 kesên din hate girtin.

Umit Akbiyikê ku îtirafkarek e û berê endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê bû, li ser 600 kesan îfade dabû û Gok jî li ser îfadeyên wî hate girtin.

Di rûniştina dawîn de îtirafkar bi rêya înternetê beşdar bû û îdia kir di sala 2020’an de Abdurrahman Gok li Kompanîya Produksiyonê PEL’ê dîtîye.

Lê, Gok got 'Ez xebatkarê Ajansa Mezopotamyayê me. Ez bawer dikim ew min nasnake û îfadeyên li ser me jî bi nivîskî danîne pêş wî.''

Ev îtirafkar hefta borî beşdarê doza şaredarê Amedê Selçuk Mizrakli jî bû û li ser îdiayên wî li şaredarê Amedê 9 sal û 4 meh 15 roj cezayê zindanê hate birîn.

Parêzerên Gok jî îdia kir ku Akbiyik îtifakarekî bi qadro yê polîsan e û divê dadgeh bawerî bi îdiayên wî neyîne.

Bîragiştî Gok ji fotografên dema kuştina xortê Kurd Kemal Kurkut nas dike.

Kurkut jibo beşdarê Newroza 2017’an ya Amedê bibe ji Meletî hatibû Amedê û di cîyê kontrola polîsan bi guleya polîsan hate kuştin.

Walîtîya Dîyarbekirê di saetên pêşîn de ragihand ew xort terorîstekî xwekuj e. Lê, bi xêra fotografên Gok eşkere bû ku ew xwendekar e, sivîl e û polîsan bi zanebûn ew hedef girtî ye.

Hêjayî gotinê ye ku polîsê ku Kurkut kuştibû hate dadgeh kirin, lê nehat ceza kirin.

Gok di rûniştinên doza xwe de anî ziman ku jibo ku bi fotografên xwe kuştina Kurkut ronî kir, givaştin li ser wî zêde bûn û heyfa ronîkirina kuştina Kurkut ji wî tê sitandin.

Gok demeke derengitr ya îro ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hate berdan.

Rûniştina sisêyan ya doza Gok wê di 12’ê Adara 2024’yan de were dîtin.

XS
SM
MD
LG