Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Mahmut Alinak Hate Girtin


Mahmut Alinak

Sîyasetvanê Kurd û parlamanterê berê Mahmut Alinak, çar roj berê li bajarê Qersê li mala xwe hat desteser kirin.

Dadgeha Cezaya Giran ya Qersê, îro Duşemê bi îdiaya “daxwaza têkbirina yekîtîya welêt û dewletê” biryara girtina Alinak da.

Piştî wê biryarê, Alinak ji Girtîgeha Qersê re hat veguhastin.

Dîmenên dema girtina Alinak ji alîyê parlamenterên HDP'ê li ser torên civakî hatin parve kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku pirtûka Alinak ya bi navê Bêkes, ku di meha donzdeh, Berfanbarê de hatibû qedexe kirin, ji alîyê dadgehê ve wek sûc hatiye dîtin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00


XS
SM
MD
LG