Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Akademîsyen Ari û Karabulut: Derxistina Me ji Kar Biryareke Nehiqûqî Ye


Li Tirkîye piştî hewila derbeya 15 Tîrmehê rewşa awarte ya bi destê AKP'ê hatie ragihandin, du salan pêyî xwe dihêle.

Rewşa Awarte (OHAL) heta niha 7 caran hate dirêj kirin, wê di 18'ê Tîrmehê de dawî bibe.

Di çarçoveya OHAL’ê de de bi dehan Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê (KHK) hatin derxistin.

Bi wan KHK’yan bi dehan rêxistinên çapemenî, sazîyên civaka sîvîl û bi dehan komel hatin girtin, ji sed hezarî zêdetir karmend jî ji kar hatin derxistin.

Yekşema borî KHK’eyeke nû ya bi jimara 701 hat weşandin. Opozîsyona Tirkîyê îdia dike ku ne tenê kes û sazîyên bi lêpirsîna derbeyê girêdayî, herwiha tevahîya opozîsyonê dibe armanca wê biryarê.

Li gor KHK’ya dawî, hin rojname û komele hatin girtin, 18.632 kes ji kar hatin derxistin û hejmara giştî ya kesên ku heta niha ji kar hatin qewitandin digiheje 129.410 kesan.

Di nav kesên ji kar hatine derxistin de bi dehan kedkarên endamê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmaran ya Tirkîyê (TMMOB) ji hene.

Disa bi vê biryarnameyê 18 ji kesên wek “Akademîsyênên Aştîyê” tên nasîn jî ji kar hatin derxistin û hejmara giştî ya wan kesan bû 404 û hejmara akademîsyenên bêkar jî bû 516.

Ji Zanîngeha Dokuz Eylul ya Îzmîrê, Aydin Ari yek ji wa kesan e ku bi biryarnameya dawi ji kar hat derxistin.

Ari dibêje ku ew li benda vê biryarê bû, lê bingeha wê di hiqûqê de tuneye.

“Zordestî li ser me dikin ku akedemîsyenên ku li zanîngehan mane, bitirsînin û di vê yekê de serketî ji dibin.”

Ari ku yek ji akademîsyenên aştîxwaz e, dide zanîn ku ew li paş daxwazên xwe ne û ewê paş ve gav nevêjin.

“Bi wê îmzeyê me aştî xwest, me berpirsîyên hikûmetê anîn ziman. Em di daxwazên aştîyê, dadwerî û azadîyê de bi israr in,”Arî dibêje.

Dilek Karabulut jî li Zanîngeha Dokuz Eylulê ya Îzmîrê akademîsyen e û ew jî bi biryarnameya dawî ji kar hate derxistin.

Karabulut bawer dike ku bi îhrackirina wan, tê xwestin opozîsyonê li derveyê pêvajoyê bihêlin.

"Pêşîya îhracan ji me tekoşîn dikir û emê niha ji berdewama tekoşînê bikin, Jixwe di nava OHAL’ê de, gelek hevalên me berê ji hatibûn îhrac kirin.”

Karabulut ku yek ji akademîsyenên aştîyê ye, anî ziman ku wê îmza li dijî polîtîkayên şerê berdewam avêtiye û tekoşîna wan li derveyê zanîngehan ji wê berdewam bike.

Hêjayî bîrxistinêyê ku di sala 2016’an, jiber pevçûnên li bajarên Kurdan pirtir ji 2000 akademîsyen ragihandibû ku “ew nabin şirîkê vê sûcê” û nameyek îmza kiribûn.

Li ser wê, di derbarê akademîsyenan de lêpirsîn hatibû vekirin. Çar ji wan hatibûn girtin, lê paşê ew hatibûn berdan.

Bilî 404 kesên ku ji kar hatine derxistin, hinek ji wan hatibûn tehdît kirin, li hember hinekên din jî doz hatibûn vekirin.

MB_07_11_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00

XS
SM
MD
LG