Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Bariş: Çareserîya Pirsa Kurd bi Dijmintîya Kurdan Çareser Nabe


Piştgirên HDP'ê ku operasyna Tirkîyê ya ser Sûrîyê protesto dikin, dibin armanca tundîya polîsan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di serdana Fermandarîya Hêzên Bejayî ya Ruhayê de dubare kir ku ewê devera ewle li bakurê rojhilata Sûrîyê ava bikin.

Azad, Bariş, cîgirê Hevseroktîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) helwesta Erdogan bi tundî rexne dike û dibêje ku bi êrîşên leşkerî kêşeya Kurdî çareser nabe.

“Bi vê sîyasetê Tirkîye wê nikaribe tiştekî bi dest bixe. Jibo ku di rojên pêş de jî hemû dinê wê li ser Erdogan û Tirkîyê zexta xwe nîşan bide û Tirkîye jî li Rojavayê Kurdistanê mecbûr bimîne ku vekişe. Jibo vî jî em bangî Tirkîyê dikin werîn em van mijarana bi awayekî aştîyane çareser bikin.”

Barış piştî operasyona Tirkîyê rewşa ku derket holê dema dinîrxîne û bal dikşîne ser helwesta yekbûyî ya Kurdan.

“Piştî vê operasyona Tirkîyê her di çar perçê Kurdistanê de Kurd bûn yek û hemûyan behsa yektîya Kurdan kir. Bi ya min ev destketineke pir mezin e. Kurd ji vî şundatir baş dizanin ku bi yektîyê dikarin xwe derxînin qada dinê.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG