Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayse Gokkan: Devlet Diji Çalakvanên Jin yên Kurd Darbeyekê Bi Kar Tinê


Ayse Gokkan
Ayse Gokkan

Di 22yê Gûlanê de, 18 siyasetmedar û çalakvanên Kurd, ku piranîya wan çalakvanên Tevgêra Jinên Azad (TJA) û xebatkarên Rexistina Jinan ya Rosa yê ne, li bajarê Dîyarbekirê hatin girtin.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokhan di hevpeyvinek xwe ya li gel Dengê Amerîkayê de dibêje berxwedena ji bo azadîya jinê li Tirkîye êdî qedexe bûye.

"Kesên ku hatin girtin ji tevgera Dayîkên Aşîtiyê, endamên şaredarî û xebatkarên rexistinên jinan e. Piraniya van jinan li diji tûndi û tûjiya li ser jinan û lî dijî zewicandina keçên temen piçûk derdikevin. "

Wê da zanîn ku ji sala 2016an vir ve hemû rexistinên jinan yên li herêma Kurdan hatine girtin ku di nav wan de sîwanên jinan jî hebûne.

"Girtina wan jinan jibo jinên ku îro di nava metirsiya kuştinê de ne gefeke mezin e, jiber ku wan sîwanan parastina gelek jinan dikirin.

rosa
rosa

Gokkan dibêje dewlet bi gefên neyartiye êrîşê çalakvanên jin dike û dixwaze peşiya birêxistin bûyînê li jinan bigire. Herwiha wê got dewlet dixwaze wan bi terorê tawanbar bike ku nehêle jin ji rexistinên wan alîkariyê bixwazin.

Hêjayê gotinê ye ku di dema şewba koronayê de,li Tirkîyê biryara qedexeya derketina derve, ji bo kesên ku temenê wan li ser 65 salî ye hatibû dayin. Le, Havva Kiran a 70 salî jî hêla dewleta Tirkîyê ve hate girtin.

ayse gokkan
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:01 0:00


XS
SM
MD
LG