Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûniştina Doza Ayşe Gokkan de Dadwer, Parêzêrê Wê ji Dadgehê Derxist


Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) û şaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan, bi îdiaya ku rêvebira rêxistina terorê ye û propaganda wê kiriye, ji 28ê meha yek, Rêbendanê vir ve girtî ye.

Rûniştina doza wê roşa Duşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya 9'an ya Amedê bû, lê dadwer parêzerên Gokkan û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi zora polîsan ji hola dadgehê derxist.

Gokkan parastina xwe bi Kurdî kiriye û gotiye ku li ser devê şahidên nepenî di derheqa wê îdianame hatiye amade kirin.

“Jiber ku hîn jî îdianame negiheştiye destê min, ez nizanim ku bi çi tê sucdar kirin. Ez dixwazim ek bi yek bersîva hemî îdiayên dijî xwe bidim. Jibo wê jî zêdetir dem daxwaz dikim ku bikaribim bi rêkûpêkî xwe biparêzim,” Gokkan gotiye.

Parêzera wê jî berîya ji dadwer mafê axaftinê bide, xwestîye ku gotinên wê wergerîne lê dadwer bertek nîşan daye ka çima bêdestûr axifîye.

Jiber van dîyalogan rewş aloz bûye, dadwer hejmara polîsan zêde kiriye. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî piştî ku ji vê rewşê agahdar dibe, diçe dadgehê.

Wî got ku helwesta dadwer ya hember parêzeran nayê qebûl kirin, wekî ku li hember wî zarok hebin tevdigerîya.

Eren îfade kir ku ew 20 sal in parêzer e lê qet rastê dadgerek ku bi vî rengî tevdgire nehatîye.

''Min jê re got parêzer beşek dadgehê ne, mecbûr in ku rêz û hurmet nîşan bidin. Helwesta wî qet nayê qebûlkirin, wekî ku ew ne hakim be, alîgir be.''

Piştî hingê bi fermana dadwer Serokê Baroyê jî di nav de hemî parêzer bi zora polîsan ji holê derdixin.

''Polîsan bi darê zorê em derxistin, li me heqaretan jî kirin'' Eren got.

Xizmên Gokkan jî di bandora alozîyê de mane, polîs hewil dane ku xwarzîyê wê jî desteser bike. Xwîşka wê jî jiber alozîyan hêrs û xmegîn dibe û dixerîqe û dû re wê radikin nexweşxanê.

Berîya çend hefteyan dayika Gokkan koşa dawî kiribû, lê destûr nehatibû dayîn ku ew beşdarê oxira dawî ya dayika xwe bibe.

Hêjayî gotinê ye ku rûniştina paştir ya doza Gokkan wê di 24ê Cotmehê de li heman dadgehê were dîtin.

KHF_09_14_2021_Ayşe Gokkan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG