Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demeek kin gotibû ku êdî dema pejirandina Girên Golanê hat ku têkeve bin desthilatîya Îsraîlê.
Pisporê sîyasî Prof. Dr. Abdullah Kiran bawer dike ku nexşeya Rojhilata Navîn dikare biguhere.
“Girên Golanê jibo Îsraîlê gelek stratejîk e û demek e dirêj e di bin desthilata Îsraîlê de ye. Ez êdî bawer nînim ku Îsraîl ji vir vekişe. Jixwe geşedanên dawî jî dide der ku li Rojhilata Navîn û taybet jî li Sûrîyê sînor werin guhertin.”
Kiran, derheqa Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîyê jî nêrînên xwe bi guhdarên me re parve dike û dibêje ku ew rêxistina tundrê bi hêsanî xilas nabe jiber ku ew xwedîyê îdelojîyek e û girseyeke mezin piştgirîya wê dike.
Kiran, ser têkilîyên Tirkîyê û Îranê jî bawer dike ku ne pêkan e Îran dijî PKK’ê hevkarî bi Tirkîyê re bike.