Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Kiran Dibêje ku Rûsya Dê Leşkerên Tirk ji Sûrîyê Derxîne


Hêzên Rûsî û Tirk li nêzî Derbesîyê
Hêzên Rûsî û Tirk li nêzî Derbesîyê

Piştî rêketina Tirkîyê û Rûsyayê li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê hêzên her du dewletan dest bi gerên nobedarîya ser sînor kirin.

Hevdem, şandeyeke leşkerî ya Rûsî jî li Enqerê hin hevdîtin ligel karbidestên Tirk çêkirin.

Prof. Dr. Abdullah Kiran rêketina Tirkîyê û Rûsyayê zêde stratejîk nabîne û bawer dike ku piştî mijara Îdlibê dê Rûsya leşkerên Tirkîyê ji Sûrîyê derxîne.

“Rûsyayê dixwest ku li Sûrîyê sînorên hevkarîya navbera Tirkîyê û Amerîka de çî ye dîyar bibe. Li benda wê bû. Êdî Rûsya dizane ku Amerîka li Sûrîyê rê nade Tirkîyê. Piştî çareserbûna kêşeya Îdlibê Rûsya jî wê Tirkîyê li nav sînorên Sûrîyê derxîne.”

Kiran, bertekên bîragiştî ya Amerîkî ya dijî operasyona Tirkîyê girîng dibîne û dibêje ku Tîrkîye êdî nikare hember Amerîka derkeve.

“Piştî bertekên rayagiştî ya Amerîkî, êdî Amerîka nikare ji bakurê Sûrîyê vekişe. Em dibînîn ku Amerîka hin hêzên xwe dîsa şandin Sûrîyê. Rûdanên dawî nîşan didin ku Tirkîye ji vê şundatir nikaribe beranberî Amerîkayê derkeve.”

Kiran piştî kuştina Ebû Bekir Bexdadî hişyarî dide Kurdan ku DAIŞ dikare êrîşan dijî wan pêk bîne.

“DAIŞ di rojên pêş de li Rojava yan jî li Başûr dikare hin çalakîyên sansasonyel bike.”

ED_11_05_2019_Abdullah_Kiran
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:24 0:00


XS
SM
MD
LG