Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildrim: Gor Raporta Fermî, Divê Ahmet Turk Were Berdan


Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, îro beşdarî doza KCK’ê bû. Turk li ser lêpirsîna Dozgerîya Mêrdînê ji dozeke cuda di girtîgehê de ye, lê yek ji dozên ku tê darizandin, Doza KCK’ê ye.

Turk niha li Girtîgeha Elezîzê ye û taybetî jibo rûniştina vê dozê roja Duşemê ew anîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê.

Parlamenterên HDP’ê jî rûniştina dozê şopandin. Cîgirê berdevkê gruba HDP’ê Ahmet Yildirim, piştî rûniştinê daxuyanîyek da.

"Ahmet Turk hem jiber temenê xwe, hem jî jiber rewşa saxlemîyê, divê bê berdan," Yildirim got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku sazîya Tipa Edlî hefteyek bere jibo Turk rapora saxlemîyê amade kiriye ku rewşa wî jibo girtigehê ne musait e.

“Lê, dadgehê hin jibo berdana Turk ti biryar nedaye. Digel vê raporê hin Birêz Turk nehatiye berdan, ev jî nîşan dide ku biryarek sîyasî heye."

KHF_1_23_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:27 0:00

XS
SM
MD
LG