Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Abbas Welî: Ger Piştgirîya Qatarê Nebe Tirkîye Nikarê Sîyaseta Lîbya û Sûrîyê Bidomîne


Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Abbas Welî kêşeyên Tirkîyê yên bi cîranên wê re dinirxîne.

Dr. Abbas Welî
Dr. Abbas Welî

Dr. Welî bal dikşîne ku rola Tirkîyê li Lîbyayê û Sûrîyê û kêşeya wê li Derya Sipî xalên girêng yên wan pirsgirêkan in.

“Rewşa Tirkîyê di warê aborîyê de gelek xirab e. Heke Qatar di alîyê aborîyê de alîkarî nede Tirkîyê, ew bi vê krîza aborîyê nikare li Lîbya, Sûrîye û hin cîhên din vê sîyaseta xwe bimeşîne.”

Welî bawr dike ku welatên ku li Lîbyayê hatine hember hevdu jiber nefta wê welatî di pevçûnê de ne.

“Ev dewlet jibo nefta Lîbyayê li wê derê ne. Lîbya di warê stratejîk de jî cîhekî girînge digire. Ev jibo Îtalya, Îspanya û hemî Ewrupa girîng e."

Ew herwiha dîyar dike ku Lîbya di warê bergirtina pênaberan de jibo dewletên Ewrupî gelek stratejîk e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:59 0:00

XS
SM
MD
LG