Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Vekirina Balyozxaneya Şamê Ne di Rojêve de Ye


Wezareta Derve ya Fransî ragihand ku ew hizra jinûve vekirina balyozxaneya li Sûrîyê nake.

Berdevkê wezaretê Romain Nadal got ku jinûve vekirina balyozxaneya li Şamê ne di rojeva me de ye.

Karbidestên ofîsa seroktî demûdest ti agahî li ser raportên wî rengî nedan, lê Macron di serdema kempeynê de rê li ber vekirina balyozxanê girtibû.

Hin welatên Ewrupî ku balyozên xwe ji Sûrîyê kişandibûn, daxwaza vekirina balyozxaneyên xwe dîyar kiribû ku jiber şerê dijî DAIŞ’ê bikaribin peywendîyên germtir ligel hikûmeta Esad bikin.

Rojnameya Al Hayat ya Erebî ragihandibû ku serokê nû yê Fransî Emmanuel Macron pêdaçûna biryara 2012’an ya girtina balyozxaneya li Şamê dike.

XS
SM
MD
LG